Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Bingeha Lalesê pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Laleşê peyemeke pîrozbahiyê pêşkeşî Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Bîranîna 29 saliya damezirandina Bingeha Laleş yê rewşenbîrî li hemû endam û kadroyên bingehî û tevaya xûşk û birayên me yên Êzidî pîroz dikim. Kar, xebat û çalakiyên Bingeha Laleş ku her tim wek diruşma wê dibêje: Kaniyeka zelal e diherike nav rûbarê rewşenbîriya Kurdî da.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di vê bîranînê de careka din em hemû xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek her tim dê piştevanên maf û daxwazên wan bin û her çi pêwîst be em ê bikin, herwisa hindî xûşk û birayekê me yê êzdî revandî mabe, dê xebatên me ji bo rizgarkirina wan, yan diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bin.”
Di peyamê de li ser bûyer û aloziyên vê dawiyê yên li Şingalê jî Nêçîrvan Barzanî got: “Em bi dilgranî li bûyerên devera Şingalê û neçarbûna xûşk û birayên me yên Êzidî dinêrîn ku careka din koçber dibin.
Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku bi harîkarî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewla biden ji bona aramkirina rewşa Şingalê û hemû deverên Êzidiyan, avedanikirina wan û vegerandina jiyanê û xizimetguzariyan ji bo wan.”
Di dawiya peyamê de Nêçîrvan Barzanî, kar û xizmeta serokê berê yê desteya bilind a Bingeha Laleşê yê rewşenbîrî Şêx Şamo ku berî demekê koça dawî kiribû bibîr anî û got, “Bîranîna wî bi xêr û canê wî şad be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin