Ji Nêçîrvan Barzanî peyama salvegera damezrandina PDKê
PeyamaKurd – Îro salvegera Partiya Demokrat a Kurdistanê ye di 16ê Tebaxa 1946an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir ve hat damezrandin û ev 74 sal in têkoşîna mafên rewa yên gelê Kurdistanê dide ku li Başûrê Kurdistanê destkeftên gelek mezin bi dest anîne.
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ji bo 74emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola PDKê di çareserkirina pirsgirêkên li gel hikûmeta Iraqê û tekezî li ser bingeha destûrê, parastina maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicihkirina federalîzmê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de şehîdên nemir ku canê xwe bo azadiya Kurdistanê feda kirine bibîr anîn û pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, polîtburo, serkirde, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em rêber û damezrênerê partiyê, Barzaniyê nemir û hemû serkirdeyên xebatkar bibîr tînin ku wek zarûreteke dîrokî partiya xwe damezrandin û heta dawî nefesa xwe li ser xebat û pêşmergeyatiyê berdewam bûn û rêbaz û rêbaz û dibistaneke xebatê bo Kurdistanê hiştine.”
Cîgirê Serokê PDKê Barzanî diyar kir, “Partî ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatiye damezrandin û xebat bo demokrasî, azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku Kurdistan serfiraz be” û dibêje jî “Erkê PDK û kadroyên wê ye bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin bo başkirina jiyana Kurdistaniyan, derbaskirina pirsgirêk û kirîzan, destpêşxerî û pêşengê yekrêzî û tebayiyê bin bo parastina destkeftan.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Kadro, endam û alîgirên Partiyê tevî Kurdistaniyan xwe li ber gelek zehmetî û bargiraniyan girtine û berdewam dirêjî bi karwanê xebat û tekoşînê dane.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û wiha pê de çû: “Em tekeziyê li ser rola girîng a PDKê di çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta federalî ya Iraqê dikin li ser bingeha destûrê û parastina maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicîkirina federalîzmê.”
Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, “Em tekezî li ser giringî û pêdiviya karkirina li ser bingehê lihevkirin, hevbeşî û hevsengiyê dikin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de ji bo bidestxistina aramiya siyasî û pêşketina welat.”
Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ev bîranîn di demekê de ye ku cîhan, navçe, Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di rewşeke zehmet û hestiyar re derbas dibin.. Di vê bîranînê de ez sipasiya wan dikim, rêz û silav bo xweragiriya we, ez piştrast im ku bi xweragirî û tekoşînê ev qonaxa zehmet jî derbas dibe û em ê bi hêviyan ber bi paşerojeke geş pêngavan biavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin