Ji Nêçîrvan Barzanî peyama salvegera 6em a wefata Mam Celal: Em ji bîr nakin!
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta 6emîn salvegera koça dawî ya Serokê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî (Mam Celal) peyamek belav kir û got: “Em têkoşîna wî ya di ber azadiyê de daye ji bîr nakin.”
Nêçîrvan Barzanî, di peyama yadkirina Mam Celal de wiha got:
"Em di salvegera koça dawî Serok Mam Celal de, têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelên Îraq û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi vê minasebetê em tekezî li ser yekrêzî, jihevtêgihiştin, bihevrejiyan, çareserkirina pirsgirêkan û parastina berjewendiyên giştî dikin ku armanc û îradeya zindî ya Serok (Mam Celal) jî bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin