Ji Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata Sêx Himêdî Deham

11 November 2022 21:07 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata Sêx Himêdî Deham

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya şêxê eşîra Şemer li Sûriyê Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba peyameke sersaxîyê belav kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî ya li ser Twitterê hatiye belavkirin de hat gotin: “Ji ber koça dawî ya Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba şêxê şêxên eşîra Şemer li Sûriyê, sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata El-Cerba û eşîra Şemer dikim û ez hevbeşê xemên wan ên bi êş im.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku giyanê koçkirî bi firehiya dilovaniya xwe şad bike û li bihşeta xwe bicih bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”

Şêxê eşîra Şemer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham ku wekî dostên Kurdan li Sûriye û Iraqê dihat naskirin, doh 10ê Mijdara 2022yan ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê  koça dawî kiribû.