Ji Nêçîrvan Barzanî bo wefata Qadir Hacî Elî peyama sersaxiyê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya Qadir Hacî Elî ku bixwe yek ji damezrînerê Tevgera Goran bû, peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Mixabin nûçeya koça dawiyê ya têkoşer û kesayetiyekî navdar ê Silêmaniyê Qadir Hacî Elî Beg bihîst min bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hevalên wî dikin û hevxemê wan im.
Xwedêyê mezin giyanê wî bixe ber rehmet dilovaniya xwe û sebr û aramiyê bide malbat û dost û hevalên wî.”
Qadir Hacî Elî ku yek ji endamên Desteya Damezirandina Tevegra Goranê ye, ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê li Silêmaniyê wefat kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin