Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê li ser wefata Metran Reban El Qes da

29 August 2023 01:13 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê li ser wefata Metran Reban El Qes da

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî sersaxiyê li ser wefata Metran Reban El Qes da û di peyamê de ji sersaxiyê da malbata metran, hevalên wî, mirovên wî û civaka temamê Mesîhiyan.

Metran Reban di 28ê Tebaxa sala 2023an de di temenê xwe yê 74 saliyê de li nexweşxana Azadî ya li Duhokê koça dawî kir. El Qes berê metranê dêra Keldaniyan bû. Li ser koça Metran serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Mixabin min nûçeya koça dawî ya kesê navdarê Mesîhî, dilsozê Kurdistanê xwedê jê razî Metran Reban bihîst. Sersaxiyê ji malbat, mirov, dost û hevalên wî û bi giştî ji civaka Mesîhî re dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im.

Xwedê jê razî kesayetiyekî bi nav û deng yê olî û civakî bû. Di seha olî, perwerdeyî û çandî de li welatê Kurdistanê xebatê kir. Di Kurdistanê, Iraq û cîhanê de parêzvanê pêkvejiyanê, biratî û xweşbîniyê bû. Xwedê ruhê wî şad bike û wê her tim di bîra me de be.”

Metran Reban El Qes di sala 1949an de li gundê Kanê yê ser bi navça Amêdiyê ji dayîk bûye û nêzîkî 50 sal keşe bûye û ji sala 2002an ve bûye metran.

Wê cenazê wî di 29 ê Tebaxê de bibin gundê wî Kanê û bi merasim li gundê wî defin bikin.