Ji Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata Beytocan
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata hunermendê Kurdê Bakurê Kurdistanê Beytocan li welatê Swêdê, peyameke sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser platforma X a medya civakî li ser wefata Beytocan peyameke bi zaravayê kurmancî belav kir û got: “Koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Beytocan, em xembar kirin. Sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazin, hevparên xema wan in.”
Hernwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir “Hunermend Beytocan bi stran û awaz û hunera xwe ya bilind, cihekî hejî û asteke bilind di muzîk û strana Kurdî de girt û ewê hertim bîranîna wî zindî bimîne. Canê wî şad be.”
Koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Beytocan, em xembar kirin. Sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazin, hevparên xema wan in.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 12, 2023
Hunermend Beytocan bi stran û awaz û hunera xwe ya bilind, cihekî hejî û asteke bilind di muzîk û strana Kurdî de girt û ewê hertim…

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin