Ji Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozkirina salvegera 6an a rizgarkirina Kobanê

26 January 2021 20:04 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozkirina salvegera 6an a rizgarkirina Kobanê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera 6emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê bi tîpên latînî yê kurmancî peyama xwe belav kir û tê de got, "Bîranîna destana azadkirina Kobanî li tevaya gelê Kurdistanê û li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikim. Di vê bîranînê de em serê xwe li ber canê paqij ê şehîdan ditewînin, bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin."

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "Spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku di şerê li dijî terorê de alîkar bûn."