Ji PDK-T peyama pîrozkirina Nêçîrvan Barzanî: Em bi hemû fikr û ramanên xwe serkeftinê dixwazin
PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê pîroz kir.
Serokê Giştî yê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş ragihand, "Em wekî Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye biryara Parlamentoya Kurdistanê ya hilbijartina Brêz Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê pîroz dikin."
Kardaş got, "Em bi hemî fikr û ramanên xwe, jê re serkeftinê dixwazin û ji Xwedayê dilovan temenekî dirêj û aram hevî dikin."
Em Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiya @PDKurdistan , biryara parlemana Kurdistanê ji bo berêz @PMBarzani Postê Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin pîroz dikin. Em bi hemî fikr û ramanên xwe, jê re serkeftin dixwazin û ji Xweda yê dilovan temenek dirêj û aram hevî dikin.
— Mehmet Emin Kardaş (@mekardas) May 29, 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin