Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Cejna Karkeran: Em pistgiriya hemû maf û daxwazên wan dikin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û got, “Kar û xebatên wan bilind dinirxînim, bi rêz û hurmet li erk, westiyana û rolê wan dinêrim, ji wan ra serkeftinê dixwazim.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, “Em piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya Cejna Karkeran de diyar kir, “1ê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran, bi germî li tevaya karkerên Kurdistan, sandîka û rêkxistinên wan û li karkerên Îraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Kar û xebatên wan bilind dinirxînim, bi rêz û hurmet li erk, westiyana û rolê wan dinêrim, ji wan ra serkeftinê dixwazim.”
Di dewama peyamê de Nêçîrvan Barzanî got: “Karker wek ketegoriyek girîng û bi bandor a civaka Kurdistanê, tevî ku wan di xebat û Pêşmergatiyê da bi çalakî pişkdarî kiriye û qurbanî dane, di prosesa avadankirin û geşepêdana welêt da wan hertim roleka ber bi çav heye. Divê bi her awayî rêz ji mafên wan ra bê girtin û jiyan û rumeta wan ya parastî be, rêxistin û sandîkayên wan çalak û rêxstinîtir bin da ku bikaribin maf û şaysteyên wan û demjmêrên karkirinê baştir biparêzin û wê yekê misoger bikin ku karker di rewş û jîngeheke dirust da kar dikin.”
Di dawiyê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Di vê helkeftinê da, em tekîdê dikin ku em piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin. Li ser sazî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê pêdiviye ku di çarçoveya yasayan da jiyan û jiyara karkerên Kurdistanê li ber çavan bigirin û lêbixebitin ku jiyana karkeran baştir bikin û sexbêriya malbatên wan karkeran bikin yên ku di dema karkirinê da jiyana xwe ji dest daye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin