Nêçîrvan Barzanî bi 3 peyaman cejna rêvebirên YNKê pîroz kir
PeyamaKurd - Di derbarê Cejna Qurbanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3 peyam ji Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokê Encûmena Bilind a YNKê şand.
Serok Herêma Kurdistanê di peyama pîrozbahiya ji Hevserok û Serokê Encûmena Bilind a YNKê re got, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo her aliyekê û aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Serokê Encûmena Bilind a YNKê de “pîrozbahiyên germ” li Kosret Resûl û malbata wî dike û hêviya xwe tîne ziman, “ev cejn bibe cihê xêr û xweşî bo hemû aliyan û tebayî û seqaêmgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne û em cejn û boneyên dahatûyê jî di hewayeke baştir de bikin.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di peyama ji bo Hevserokê YNKê Bafil Talebanî de, “pîrozbabhiyên germ” li hevserok, endam û alîgirên YNKê dike û “hêviya xwe tîne ziman ku ev cejn bibe cihê aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir ji bo Kurdistanê û serkeftinê ji hevserokên YNKê re dixwaze.
Di peyama ji bo Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî de jî Serokê Herêma Kurdistanê, “pîrozbahiyên germ” li hevserok, endam û alîgirên YNKê dike û dibêje, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo her aliyekê û aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne û em cejn û boneyên dahatûyê di hewayekî baştir de bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin