Nêçîrvan Barzanî cejna Remezanê ya Misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê ya Misilmanan peyamekî belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejnê li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir û weha got:
“Cejna pîroz ya Remezanê bibe derfet û wesîleye ku em têkiliyên xwe di ber çav de derbas bikin, yekîtiya xwe çêbikin û tev bi hevre ji bo qenciya xelkê xwe û milletê xwe bixebitin.
Di serî de ez cejna Remezana pîroz ya malbatên şehîdan, temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê ji dil û can pîroz dikim, ji bo herkesî cejnekî bi hûzûr, rihetî û dilxweşî dixwazim.
Dixwazim cejn bibe derfeta lihevkirin, nêzbûna hev, aştî û hevkariyê, bila têkiliyên herkesî bi hevre xweş bin, mirov hev bibexşînin û bi hevre bijîn. Bi vê wesîlê em bi hevre ji bo berjewendiyên xelkê xwe û welatê xwe bi hevre bixebitin.
Ji bo herkesî jiyaneka xweştir û dahatûyekî baş dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin