Nêçîrvan Barzanî bi sedema Cejna Remezanê pîrozbahî li kurdistaniyan dike
PeyamaKurd - Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Remezana pîroz, bi peyameke pîrozbahî li misilmanan kir . Barzanî got, "Cejna Remezan a pîroz di serî de hemû gelê Kurd, Pêşmerge, Şervanên Kurd û hemû cîhanê pîroz be."
? Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Remezanê.
— PeyamaKurd (@peyamakurd) 4 Haziran 2019
Cejna Remezan a pîroz di serî de hemû gelê Kurd, Pêşmerge, Şervanên Kurd û hemû cîhanê pîroz be.#Cejn #CejnaRemezanePirozBe #TwitterKurds #Kurds #CejnaWePîrozBe #Barzani #Kurdish #peşmerge #YPG #Rojava #Başûr pic.twitter.com/NbFMPYzzWb
Peyamê pîrozbahiyê ya Barzanî wiha ye:
Bi boneya Cejna Remezana Pîroz, gerimtirîn pîrozbahiyê di destpêkê de li malbatên serbilindên şehîdan, enfalkiriyan û Pêşmerge yên qehreman dikim dûvre li tevaya misilmanên Kurdistanê, Îraqê, cîhanê û revenda Kurd li derveyê welat.
Hêvîdar im ev cejn bibe xêr û xweşî bo hemûyan û piştîvanê hemû alîyan be bo yekrêzî, aştî û tebayîyê. Em hemû bi hev re bi canê lêburînê û hev qibûlkirinê , ji bona aştî û akincî û berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê, erk û berpirsyarîya xwe beramber gel û welat bicih bînin.
Bi ûmêda wê yekê ku cejn, bîrwerî û boneyên dahatî yên tevaya ol û neteweyên Kurdistanê veger li sayeya kûr vebûna zêdetir a kultûra bi hev re jîyanê, tevayî, fire rengî, aramî, avedanî, pêşkevtina berdewam û jîyaneka baştir.
Dûbare Cejna Remezanê li hemû alîyan pîroz be û ûmêda valneyeka xweş û aram bo hemûyan dixwazim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin