Nêçîrvan Barzanî Cejna Qûrbanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

30 July 2020 19:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî Cejna Qûrbanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê peyamek belav kir ku tê de cejna Mislimanên Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Hêvîdar im cejnê bikin derfeta kûrkirina zêdetir a giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî bo pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên  hemû aliyên me yên ji bo nehiştina nakokiyan, bigihe serkeftina yekcarî.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Qurbanê li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman, li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, her wiha li hêzên navxweyî, pizîşkan û karmendên tendirustiyê û sazî û damezraweyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ku ji bo parastina canê welatiyan rûbirûyê pejika virusa Korona bûne, bi germî pîroz dikim.

Hêvîdar im cejin bikin derfeta kûrkirina zêdetirê giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên hemû aliyên me yên ji bo nehiştina nakokiyan, bigihe serkeftina yekcarî. Kurdistaniyan piştrast dikim ku bi vê navê da berdewam dibîn û divê em hemû aliyek şiyanên xwe yek bixîn û pêkve kar bikin ji bo çareserkirin û derbaskirina qeyran û giriftan û mîsogerkirina maf û hêjayên destûriyan û parastina pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê.

Bi rêz û pêzanîneke mezin li xweragirî û bîhnfirehiya Kurdistaniyan dinêrim ku ji ber pejika virusa Korona û encamên wê yên aborî ve, rûbirûyê qeyran û dijwariyê wê dibin, hêvîdarim em cejnên xwe yên paşerojê li xweşî û bexteweriyê de pîroz bikin, me dijwariyan derbas kiribe û asoyekî geş bi rûyê Kurdistanê da vekirîbe. Her wiha hêvîdarim em hemû rêkarên tendirustiyan û xweparêziyê li ber çav bigrin.

Cejna me hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî be, aştî û aramiyê ji bo Kurdistan, Iraq û navçe û cîhanê û tevahiya mirovayetiyê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
30/07/2020