Nêçîrvan Barzanî: Birayekî mezin û mamosteyekî xwedî ezmûn ji dest min çû
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Remzî Şaban peyamek belav kir û got: “Birayekî mezin û mamosteyekî xwedî ezmûn ji dest min çû.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama sersaxiyê ya ji malbata Remzî Şaban de got: “Nûçeya koça dawî ya pêşmerge, têkoşer, siyasetvanê dilsoz û Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê, xwedêjêrazî Remzî Şaban, em xembar û dilteng kirin. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û li cenabê serok û li xwe û polîtboruyê, encûmena serkirdatî, tevahiya kadro û heval û cemawerê Serkirdatiya Partiya Demorkata Kurdistanê dikim, hevbeşê xema hemûya me.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Remzî Şaban ji wan pêşmerge û têkoşerên rast û dirist û niştimanperwer bû, ku bê veqetiyan û westiyan, tevaya temenê xwe ji bo doza gelê xwe û armancên wê terxan kir. Bi emanet û dilsoziyeke herî bilind erkên xwe pêk dianî û ti carî xemsarî û dudilî û sarbûn jê nehat dîtin.”
Barzanî bibîr xist: “Jidestdana wî zirareke mezin e bo PDKê û tevaya têkoşeran, ji bo min bi xwe jî birayekî mezin û mamosteyekî xwedî ezmûn bû.”
Doh 3yê Nîsana 2021an Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Ofîsa Darayî ya partiyê Remzî Şaban ku bi vîrusa koronayê ketibû li nexweşxaneyeke Enqerê ya Tirkiyê wefat kir.
Cenazeyê Remzî Şaban îro gihîşt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê hat veşartin.
Remzî Şaban 23yê Mijdara 1942an li navçeya Bilê ya qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûbû û dema ku zarok bûye, li Mihabad a paytexta Komara Kurdistanê bûye.
Ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Çêkî, Slovakî û Swêdî dizanî û xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Prag a Komara Çekê qedandibû û di 1972an de mastera xwe di beşa Endazyariya Mekanîkê de ji wê zanîngehê wergirtibû.
Remzî Şaban sala 1958an tevlî PDK bûye û di nava partiyê de gelek berpirsyarî girtine ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin