Nêçîrvan Barzanî: Enfala Barzaniyan hêzeke mezintir ji bo berxwedana gelê Kurdistanê bexsand
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 31ê Tîrmehê roja Yekşemê li ser salvegera 39yemîn a jenosîd û enfalkirina 8 hezar Barzaniyan peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Hemû tawan û karesatên dîrokê nekarîn îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişikînin û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir bi berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê bexşî, tawanbarên Enfalan rûreş û şermezar bûn.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Îro di 39 salvegera jenosayd û enfalkirina 8 hezar xort, ciwan û mêrên sivîl yên Barzanî da, em bejna xwe li hember canê qurbaniyên Enfalê ditewînin û bi rêz û hurmetê wan bi bîr tînîn.
Em silav û rêzan ji bo malbat û kesûkarên wan dinêrîn ku piştî vê tawan û karesatê jiyaneke pir dijwar û tal derbas kirin û bi hezaran dayikên serbilind, bi tenê û bêçare, erka jiyan, perwerdekirin û mezinkirina zarokên xwe girtin ser milê xwe û nifşekî dilsoz mezin kirin. Ev dayik serbilind in, cihê şanaziyê ne û ez destên wan maç dikim.”
Di dewama peyamê de Nêçîrvan Barzanî bibîr xist, “Ka çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişkînin, bêşûnwarkirin û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir bi berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê bexşî, tawanbarên Enfalan rûreş û şermezar bûn.”
Li ser anîna termên 100 Barzaniyên enfalkirî jî Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Îro bi vê minasebetê ku em termê 100 qurbaniyên Enfalkiriyên Barzanî bi axa pîroz a welat dispêrîn, dil, hiş û xeyala min li cem dayîk, jin, xwûşkên cegerşewitî û zarok û kesûkarên enfalkiriyane, hevsoz û hevxemê wanim. Spas û hurmet ji bo xelkê ciwamêr yê Hewlêrê û hemû kesên ku alîkariya malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan kirî. Silav û hurmet li ser giyanê şehîdan be. Bîranîna wan hertim bi xêr be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin