Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera Enfala Barzaniyan bi bîr anî

31 July 2020 12:58 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera Enfala Barzaniyan bi bîr anî

PeyamaKurd - Di derbarê 37emîn salvegera Enfala Barzaniyan de Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û got; ‘‘Bi hûrmetê ve giyanê pakê enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn, silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan re dişînîn. Li hewlên me yên li asta Iraq û cîhanê berdewam dibin bo ku careke din li tu cîheke mirovayetiyê êş û mergesatên wekî enfal û kîmyabaranê nebînin, Hikûmeta Iraq jî divê pabendî qerebûkirina qurbaniyan bê.’’

Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê komkujîkirina 8 hezar sivîlan de xemgîniya xwe derbirî û got:

‘‘Îro salvegera enfalkirina 8 hezar sivîlên bêtawanê Barzaniyan bi bîr tînîn ku berî sîh û heft salan 31/07/1983 li deh rojan de li ordugah wargehên Quştepe û Behirkê, Herîr û Diyana ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê rejîma Beas ve hatin jenosîdkirin û ji bo herdemiyê wan rapêçî goristan û mergistanê çol û biyabanên Başûrê Iraqê kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî berdewam kir û got, piştî jenosîdê, bareke giran ê jiyaneke tehl û çarenivîseke êş û jan kete stûyê dayik, jin û xuşkên enfalkiriyan.

‘‘Piştî wê dayik, jin û xuşkên enfalkiriyan, bareke giran ê jiyaneke tehl û çarenivîseke êş û jan kete stûyê wan. Diviya ji bo zarokên xwe bibin bav û bira û bi keda xwe debara jiyanê peyda bikin. Li vê rojê da gelek bi rêz û pêzanînê ve li rola wan dayik û xuşkên rûsipiyan dinêrîn ku xwe li ber jiyaneke mergesatbar girtin, lê belê tu demekê jî dest jê bernedan.’’

Serok Nêçîrvan Barzanî hevkariya welatiyan bo Enfala Barzaniyan jî bi bîr anî:

 ‘‘Her li vê bîranînê de bi rêz û pêzanînê ve rola camêraneya xelkê Hewlêr û dewrubera wê, xelkê Herîr, Batas, Diyana û dewrubera wan bi bîr tînîn ku hemû hevkariyan pêşkêşî malbat û kesukarên enfalkiriyan kirin. Bûne pişt û penaya wan û derfeta kar û peydakirina debara jiyanê ji bo wan rexsand. Camêriya wan herdem li bîranîna me û kesukarên enfalkiriyan û Kurdistaniyan da dimîne.’’

Herî dawî jî hurmetê xwe derbirî û got:

 ‘‘Bi hûrmetê ve giyanê pakê enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn, silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan re dişînîn. Li hewlên me yên li asta Iraq û cîhanê berdewam dibin bo ku careke din li tu cîheke mirovayetiyê êş û mergesatên wekî enfal û kîmyabaranê nebînin, Hikûmeta Iraq jî divê pabendî qerebûkirina qurbaniyan bê.’’