Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera 38emîn a Enfala Barzaniyan peyamek belav kir.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Di bîranîna sîh û heşt saliya enfalkirina Barzaniyan de, serî rêz û rûmetê ji bo giyanê pakê heşt hezar mirovên bêtawanê Kurdistanê diçemînîn ku li berî sibehiya 31.07.1983 ve heta deh rojan li ordugahên bi zorê yên Hewlêrê li helmeteke reşgîriyê da bi zebrê çek li nav mal û zarok û malbatan de hatin destgîrkirin û êdî tu demekê û heta hetayê venegeriyan.
Jenosaydkirina Barzaniyan bi tenê rapêçkirina zilaman li çol û biyabanên tarî û mirinê nebûn, piştî wê jî jin, keç, xwişk û dayikên Barzanî diviya ber bi rûyê çarenivîsên dijwar û nediyarê jiyanê bibin û hezaran zarok sêwî, bibin bav û bapîr û bira û kedeke mezin ji bo dabînkirina debara jiyanê û bixewkirin û perwerdekirin û pêgihandina wan bikêşin û berxwedana jiyaneke tehl û dijwarê pir bi rondik û hesretê bigrin.
Di vê bîranîna dijwar de, rêz û rûmet ji bo giyanê pakê enfalkiriyên Barzanî û tevahiya enfalkiriyan û şehîdên Kurdistanê re dişînîn, bi rêz û rûmetê ve wan bi bîrtînîn, gelek bi rêz ve li keda dayikan, hevjîn û xwişkên enfalkiriyan dinêrîn, spas û pêzanînê ji bo xelkê camêrê Hewlêr, Herîr û Batas û hemû ewên piştî enfalkirina Barzaniyan, her çi li şiyana wan da bû, hevkariya malbatên enfalkiriyan kirin û yarmetiya wan dan.
Kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan piştrast dikîn ku çi kêmasiyê nakîn û hemû hewlek didîn ji bo bi dokumentkirinê û bo ku enfal li ser asta navdewletî bi jenosayd bênasin û careke din gelê Kurdistanê û mirovayetî bi giştî mergesatên wiha nebînin, daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal jî dikîn, qurbaniyan qerebû bike.
Dûpat dikîn ku parastina destkeftên gelê Kurdistanê tenê mîsogerkirina dûbarenebûna karesat û êş û nehametiyane, ewe jî bi yekrêzî û tebayî ya di navbera hemû alî û pêkhatên Kurdistanê dibe.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.07.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin