Nêçîrvan Barzanî di derbarê salvegera Enfala Behdînan de peyamek bîranînê belav kir

25 August 2020 12:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî di derbarê salvegera Enfala Behdînan de peyamek bîranînê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê 32emîn salvegera Enfala Behdînan de, peyamek bîranînê belav kir û tê de daxwaz kir û got, ‘‘Di vê salvegerê de dûpat dikin, divê Hikûmeta Federaliya Iraqê erkê xwe yasayî û biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bi cîh bike, ku tûfana Enfalê bi tawana li dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan li hemû rûyekê ve qerebû bike, li Herêma Kurdistanê jî xizmeta zêdetir li qurbaniyên enfal û dûvdaçûnê jî, ji bo çarenivîsa wendabûyan bê kirin.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ‘‘Îro birêz û rûmetê ve bîranîna qurbaniyên Enfala Behdînan dikin, rêz û hurmet ji bo giyanê pakê şehîdan û silav ji bo kesukarên wan yê serbilind re dişînîn. Di berdewamiya wan êrîş û tûfanan de û li tawaneke din a dirinde de, di sala 1988an de, rejîma Be’es (180) hezar welatiyên Kurdistanê her ji Germiyanê ve heta Behdînan, bê cûdahî bêseruşûn û şehîd kir û hemû şûnewareke jiyanê li hezaran gûnd û dêhatên Kurdistan jê bir.’’

Herwiha destnîşan kir, ‘‘Di 25ê Tebaxê heta 6ê Eylûla 1988an de, piştî qonaxên Enfalê, herî zêde navçeyên Behdînanê hatin kîmyabarankirin û hemû pêkhatên xelkê navçeyê, ji aliyê pênc firqeyên serbazî ve rûbirûyê girtin û kuştin û raguhestinê, bûn mizgeft û dêr û gundên Behdînan ber êrîşê ketin û wêran kirin, ew ên ku ji tawanê rizgar jî bûn, ber bi Îran û Tirkiye û welatên din ve koçber û derbeder bûn.’’

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de daxwaz kir û got, ‘‘Di vê salvegerê de dûpat dikin divê Hikûmeta Federaliya Iraqê erkê xwe yasayî û biryara Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê bi cîh bike ku tûfana Enfalê bi tawana li dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan li hemû rûyekê ve qerebû bike, li Herêma Kurdistanê jî xizmeta zêdetir li qurbaniyên enfal û dûvdaçûnê jî, ji bo çarenivîsa wendabûyan bê kirin. Herwiha li dokumentkirina tawanan û hewldanên ji bo nasandina wan ya bi jenosayd li ser asta navdewletî ji bo rêgirîkirina li dûbarebûne wan ya li her cîheke cîhanê de berdewam bin.’’

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ‘‘Divê bîranîna Enfalê handereke me yê zêdetir be ji bo bihêzkirina tebayî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistanê û ew rûpelên dîrokê pêwîst e bibîne hewêna lêborînî û aştî û pêkvejiyan û parastina destkeftên Kurdistanê ku ew ê jî baştirîn wefadariye ji bo xwîna şehîdan. Her li vê bîranînê de spas û pêzanînên xwe ji bo xelkê Hewlêr û dewrubera wê dûpat dikin ku bi hemû awayekî hevkariya xelkê lêqewimiyê Behdînan kirin ku di wê tûfanê de vegihestibûn wargeha Cêjnîkan, camêrî û mirovperweriya wan tu demekê nayê ji bîr kirin.’’

Herî dawî jî got, ‘‘Silav li giyanê pakê şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.’’