Serok Barzanî di derbarê 37emîn salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî bo 37emîn salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û bi sedema cejn û enfal heman rojê de ye gotinek ji qesîdeyeke şaîr Elmutenebî parve kir û got, “Bi çi halek hatiye ey cejn, weke berê yî, yan te xeberekî nû heye?”
Peyama Serok Barzanî ya di derbarê salvegera Enfala Barzaniyan wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro di heman demê de, cejna pîroz a Qurbanê dikin û sîh û heft sal ji ser tawana enfalkirina heyşt hezar Barzaniyan re derbas bû. Di vê salvegera tehl de, xweşiya cejn û xemgîniya nebûna ezîzên me, hêviyên hevin û qesîdeyeke (Elmutenebî) yê şaîr çendî guncawe ji bo îro ku dibêje: “Bi çi halek hatiye ey cejn, weke berê yî, yan te xeberekî nû heye…”. Ev e halê hemû roj û hemû dem û hemû cejna van jinên Barzaniyan û hemû kesûkarên enfalê, ku sîtem li wan hate kirin û bi dehan sal li çaverêkiriya ezîzên xwe bûn ku bi zulmê birin û enfal kirin. Lê bele, her ew jinên qehreman bi serbilindî û îzeta nefsê ve xwe li ber xema ji destdana ezîzên xwe girt û berev lûtkeya bihayan hilkişan.
Di dirêjahiya salê de, kêm roj hene bîranîna karesat û tawan û zulmek nebe ku di derbarê gelê Kurdistanê de nehatibe kirin. Tawanên wiha mezin û nemerdane ku di dîroka mirovayetiyê de bêwênene. Gelê Kurdistanê dikarî tola xwe bike lê belê destê xwe ji bo tolhildanê nebir û rêya bexşîn û vekirina rûpeleke nû li ber girt. Ji ber ku çanda gelê Kurdistanê cuda ye ji çanda nemerdan û şoveniyet û dagîrkeriyê.
Li vê salvegerê da hezaran silav ji bo giyanê pakê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên enfal û şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê re dişînîn û baştirîn wefa jî ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana mîlletê me, yekrêzî û birayetiya di navbera me û xweşdiviya niştimane.
Mesûd Barzanî
31.07.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin