Serok Barzanî di derbarê 59emîn salvegera Soresa Îlonê de peyamek belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî diyar kir û got: ‘‘Pêncî û neh sal berî niha di rojekê wekî îro mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê li Iraqê bi navê berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê hilpêkir. Şoreşa mezin a Îlonê şoreşeke seranserî ya hemû navçeyên cuda cudayên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.’’
Herwiha Serok Barzanî da zanîn: ‘‘Şoreşa Îlonê xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî selmandin ku nikarin li rêya îhmalkirin û zordarî û sîtemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin destberdarê mafên xwe bin. Şoreşa Îlonê ji bo wê yekê di dîroka xebata gelê me de pir girîng e, ji ber ku di yek navçeyekê de nehate kurtkirin û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.’’
Di dawiya peyama xwe de Serok destnîşan kir: ‘‘Di vê bîranîna pîroz de em tekez li wê yekê dikin ku biha û hêz û tîhniya Şoreşa Îlonê em tu demekê ji bîr nakin û ew çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên Şoreşa Îlonê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan di vê şoreşa mezin de hebû. Hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin