Mesrûr Barzanî peyamek di derbarê 59emîn salvegera Soresa Îlonê de belav kir

11 September 2020 13:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî peyamek di derbarê 59emîn salvegera Soresa Îlonê de belav kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir: ‘‘Di rojeke weke îro de, di 11ê Îlona sala 1961ê de şoreşa mezin a Îlonê pêk hat ku bûye şoreşeke seranserî û xelkê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û pêkhateyên cuda, ji Zaxo heta Xaneqînê li jêr serkirdetiya Rêberê Niştimanî Mistefa Barzaniyê Nemir kom bûn.’’

Serokwezîr bal kişand ser dema şoreşê û got : ‘‘Şoreşa mezin a Îlonê, di demekê de dest pê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû. Dijminên gelê Kurdistanê hemû hewlên xwe didan ji bo jinavbirina kultur û nasnameya gelê Kurdistanê û bêparhiştina ji hemû mafên bingehîn ên jiyanê.’’

Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir: ‘‘Di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn, ku ji wan herî giring komkirina Kurdistanê bû di bin alayekê û serkirdetiyekê de.’’

Serokwezîr Barzanî da zanîn: ‘‘Bêguman yek ji destkeftên dîrokî jî, peymannameya 11ê Adara 1970 bû, dema rejîma Be'sê neçar bû mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.’’

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand rewşa niha ya Kurdistanê û got: ‘‘Îro ku em salvegera wê şoreşa mezin a Kurdistanê bi bîr tînin, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe. Loma gelek pêwîst e ku ruhê xweragiriyê û nirxên bilind ên Şoreşa mezin a Îlonê li ber çavên me bin û handera me ya zêdetir bin ji bo yekrêzî û tebayî û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê.’’