Mesrûr Barzanî di derbarê teqîna Beyrûdê peyamek sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê teqîna do li paytexta Lubnan Beyrûtê çêbû, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û sersaxiyên xwe bo kuştî û birîndarên teqîna Lubnanê anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, ‘‘ Bîr û hestên me ligel hemû qurbaniyên teqînên li Beyrûdê ye. Hûkimeta Herêma Kurdistanê amade ye piştgirî û alîkariya gelê Lubnanê di vê dema hestyar de. Sersaxiyên xwe digihînim malbatên ku kesên xwe ji dest dane û daxwaza selametiyê digihînim brîndaran.’’
Li gor zanyariyên ji Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Hamad Hasan, di teqîna Beyrûdê de heta niha 70 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 3 hezar û 700 kes jî brîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin