Mesrûr Barzanî derbarê hilbijartinan de peyamek belav kir: 'Qonaxeke nû dest pê dike'

10 October 2021 21:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî derbarê hilbijartinan de peyamek belav kir: 'Qonaxeke nû dest pê dike'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî bidawîbûna proseya dengdanê li ser hilbijartinên giştî yên Iraqê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Bi helkefta xilasbûna dengdana hilbijartinên parlementoya Iraqê, bi germî spasiya welatiyên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikim, ji bo beşdariya wan di wê piroseya demokratîk de û berpirsiyar li hember piroseya siyasî û berevanîkirin li mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî bi berdewamê de got: “Spasiya Pêşmerge û hêzên navxwe dikim ku erkên xwe di dabînkirina atmosfereka aram de bo dengdanê û parastina navendên dengdanê bi baştirîn şêwe bicîh anîn. Her wiha spasiya karmendên komîsyona hilbijartinan ya Iraqê dikim bo bicîhanîna erkên xwe bi rengekî pîşeyî. Mixabin li hinek navendên dengdanê arîşeyên teknîkî derketin ji ber wê jî hinek welatî ji mafê dengdanê bêpar man.”

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser ku li çend cihan bi taybet li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, çend komên çekdar yên dûrî qanûnê, rêgirî li dengderan kirin, ev jî me pir nîgeran û nerazî dike û li dijî pîvanên demokrasî û mafê azadane beşdarîkirin di dengdanê de ye.

Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: “Min vê êvarê bi telefonê ligel serokwezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazmî axivî û min pîrozbahî lê kir ku soza xwe bo bicîhanîn û serxistina hilbijartinên berwext gihand serî. Em her du jî hevnêrîn bûn li ser girîngiya lêkolîn û lidûvçûneka şefaf bo wan arîşe û kêmasiyên ku di dema dengdanê de derketin. Ez piştrast im ku serokwezîrê Iraqê dikare erkên xwe bi rengekî baş bicîh bîne, emê jî di vî warî de alîkariya wî bikin.

Niha piştî xilasbûna hilbijartinan qonaxeka nû dest pê dike. Ez hêvîdar im hemû kandîdên ku tên hilbijartin û dibin endamên parlementoyê, bi yekdengî û bi hev re kar bikin bo berevanîkirin li mafên Destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêşxistina çanda demokratîk û rêzgirtin li pirensîbên şirîkatî û hevsengî û lihev hatinê di rêvebirina desthilata federal de li Iraqê.

Ez daxwaz dikim nûnerên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî li parlementoya Iraqê nakokiyên navxwe bidin aliyekî û hemû li Bexdayê yekrêz û yek helwest bin, kar bikin da ku pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê federal de bihêztir bibe û mafên Destûrî yên Kurdistaniyan bên garantîkirin. Bo vê jî emê bi hemû aliyan re di nav pêwendiyê de bin.”