Polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Diyarbekirê de girtin, lêgerîn didome

22 October 2020 15:51 0 dîtin
Polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Diyarbekirê de girtin, lêgerîn didome

PeyamaKurd – Îro 22yê Cotmehê hevdem polîsan bi ser avahiyên HDPê yên rêxistina bajêr û navçeya Yenîşehîrê de girtin û di avahiyan de dest bi lêgerînê kirin.

Hat zanîn ku dema serdegirtinê her du avahî bi gelek wesayitên zirxî û yên polîsan hatine dorpêçkirin û deriyê avahiya HDPê ya bajêr ji aliyê polîsan ve hatiye şikandin.

Lêgerîna polîsan heta amadekirina vê nûçeyê berdewam dikir û destûr nedihat dayîn ku parlamenter û parêzerên HDPê bikevin hundirê avahiyê.

Herwiha li avahiya HDPê ya Yenîşehîrê jî polîsan ji bilî hevserokên navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizici, hemû rêveberên partiyê ji avahiyê derxistine.

Li gorî hinek agahiyan, operasyon rtinê bi hinceta ku 2 ciwanên HDPê li Fîskayayê posterên Abdullah Ocalan daliqandine û ew poster jî li avahiya HDPê hatine amadekirin pêk hatiye, lê hîn ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.