Hêzên ewlehiyê yên Tirkî girtin ser malan û gelek kes desteser kirin
PeyamaKurd – Li parêgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê girtin ser malan û gelek kes desteser kirin.
Serdozgeriya Komarê li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de, derbarê 52 kesan de biryara binçavkirinê da û polîsa ji ber vê di saetên serê sibê de girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de, polîsan gelek kes desteser kirin.
Herwiha kesên hatin desteserkirin, şandin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin