Hêzên ewlehiyê 3 karmend bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kirine girtin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li parêzgeha Mersînê 3 karmendên şaredariya bajêr bi îdîaya "propagandaya rêxistina PKKê" kirine bi biryara dadgehê girtin.
Li gor zanyariyan, li parêzgeha Mersînê 15ê Îlona 2022an derbarê 10 karmendên Şaredariya Bajarê Mezin de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kirine biryara desteserkirinê hatibû dayîn û bi operasyonekê 9 kes hatibûn desteserkirin.
Herwiha hat ragihandin ku piştî sê rojan dadgehê biryar dabû ew bên berdan, lê li ser nerazîbûna Serdozgeriya Komarê ya Mersinê derbarê 3 karmendên şaredariyê de ku berê hatibûn berdan careke din biryara girtinê hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin