Li navçeya Mendeliyê karmendekî ewlehiyê li salona dadgehê dawî li jiyana xwe anî

12 November 2024 13:41 0 dîtin
Li navçeya Mendeliyê karmendekî ewlehiyê li salona dadgehê dawî li jiyana xwe anî

PeyamaKurd – Îro (12ê mijdara 2024an) karmendekî ewlehiyê di nav salona dadgeha navçeya Mendeliyê de bi çekê guleyek bera xwe da û dawî li jiyana xwe aniye.

Çapemeniya Iraqê li ser vê yeke ragihand, di nav salona dadgeha navçeya Mendeliyê de karmendekî hêzên ewlehiyê gule bera xwe daye û dawî li jiyana xwe aniye. Piştre hêzên ewlehiyê lêkolîn derbarê bûyerê de daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku ew karmendê ewlehiyê bi çeka keleşînkof a hikûmetê gule bera xwe daye û dawî li jiyana xwe aniye. Lê heta niha derbarê sedema bûyerê de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.