Kerkûk | Hejmarek çekdarên nenas girtin ser mala karmendekî ewlehiyê

23 September 2023 12:30 0 dîtin
Kerkûk | Hejmarek çekdarên nenas girtin ser mala karmendekî ewlehiyê

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê şeva borî hejmarek çekdarên nenas girtin ser mala karmendekî ewlehiyê û di encamê de ew kuştin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji çapemeniya Iraqê re diyar kir, çekdarên nenas gule li karmendekî ewlehiyê berdane û ew kuştine û piştre jî reviyane.

Herwiha daye zanîn, ew karmendê ewlehiyê li wezareta navxwe kar dike û ser bi binkeyê polîsê Riyaze ye û mala wî dikeve navçeya Yekê Hezîran a parêzgeha Kerkûkê.