Li Kerkûkê çekdarên bi rûpos girtin ser mala Kurdekî

14 December 2021 10:29 0 dîtin
Li Kerkûkê çekdarên bi rûpos girtin ser mala Kurdekî

PeyamaKurd – Li gundekî ser bi nahiya Şiwanî ya parêzgeha Kerkûkê, do çend çekdarên bi rûpoş girtin ser mala Kurdekî û pişt re ber bi cihên nediyar ve reviyan.

Rêveberê baregeha polîsê nahiyeya Şiwanî do diyar kiriye: ‘‘Îşev roja Duşemê, li gundê Îsmaîl Beg yê ser bi nahiya Şiwanê, 2-3 kesên gûmanlêkirî girtin ser malekê. Xwediyê malê teqe li wan kiriye û ew jî reviyane û niha polîs derbarê wê rûdanê de dest bi lêkolînê kiriye.’’ 

Cihê behsê ye piştî 16ê Cotmeha 2017an, li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber valahiya ewlehiyê û neçalakbûna milîsên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, gelek komên cûr bi cûr ê çekdar peyda bûne û rojane êrîşî xelkê sivîl û hêzên emnî dikin.