Çekdarên ANSyê bendava Tisrîn a Minbicê ya hedef girtin

12 December 2024 15:13 0 dîtin
Çekdarên ANSyê bendava Tisrîn a Minbicê ya hedef girtin

PeyamaKurd – Çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (ANS) îro, pêncşemê êrîşek li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk anîn, ku armanca wan ji bo kontrolkirina bendava Tişrînê ye ya li ser rûbarê Ferêt nêzîkê Minbicê.

Çavkaniyekê ji North Pressê re ragihandiye ku komên ANSyê çeperên HSDyê yên li nêzî bendavê kirin armanc, û ev yek bû sedema fikaran li ser ewlehî û aramiya wê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî roja çarşemê vekişîna hêzên HSDyê ya ji Minbicê ragihand. Armanca vê pêngavê hêsankirina agirbestê ye li hemû herêmê Sûriyeyê û vekirina rêyêmli ber proseyeke siyasî bû ku pêşeroja welat çêke.

Di vê navberê de, karkerên bendava Tişrînê ji bo parastinê bangên lezgîn kirine, hişyarî dane li ser zirarên potansiyel ên binesaziya krîtîk.

Bendava Tişrînê ku bi qasî 20 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Minbicê ye, duyemîn santrala elektrîkê ya herî mezin e li tevahiya Sûriyeyê, piştî Bendava Ferêt a li Tebqayê.