Hêzên asayisê bi operasyonekê girtin ser malan: Zêdetirî 20 rojnameger desteser kirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê hêzên asayişê bi operasyonekê girtin ser malên hejmarek rojnamegeran û zêdetirî 20 rojnameger desteser kirin.
Hat ragihandin, zêdetirî 20 rojnamegerên ku di saziyên rojnamegeriyê yên wek nêzîkî PKKê jî tên pênasekirin de kar dikin, hatin desteserkirin.
Herwiha hat eşkerekirin, di nav rojnamegerên ku hatine desteserkirin de Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat Serdar Altan jî heye.
Li gor hat destnîşankirin, Serdozgeriya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîneke li hemberî xebatkarên medyaya nêzîkî PKK/KCKê operasyon daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin