Hêzên Îranî bi hîle û siddetê 2 kurdan girtin
PeyamaKurd – Hêzên Îranî bi hîle û şiddetê 2 Kurdên bi navên Huseyîn Firuzi û Hîwa Fewzî ji aliyê sîxwurên daîra îstîxbarata Îranê ve, bi xap û şiddetê hatin girtin.
Bûyer, ji rapora Komela Mafê Mirovan ya bi navê Hengawê de ku di roja 2yê mehê de belav kir, li gor raporê li bajarê Seqizê, li navça Ziviyehê li gundê Molanavayê her dû Kurdên bi navên Hiwa Feyzi û Huseyin Firuzi hatine girtin.
Li gor çavkaniyên ku agahiyan dane Hengawê; di rêyekî nerewa de û li dijî hûqûqê, roja Çarşemê daîra îstîxbarata Saqizê bi xap ku ji her 2 Kurdan re gotine wê parêzgeh kredî bide wan, bi her 2 Kurdan re ketine nav têkiliyan, dema wan birine da goya krediye bidin wan, di rê de wan girtine.
Sedema desteserkirina wan çiye, niha li ku derê ne û ti agahî tine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin