Li Cizîrê girtin ser malan: Gelek kesên HDPyî hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Polîsên Tirkiyê, li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê, girtin ser malan û Hevseroka HDPê ya navçeya Cizîrê û Hevşaredara Cizîrê ya qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de, gelek kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Guler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, rêveberên partiyê û endamên meclîsê şaredariyê jî di nav de, gelek kes di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin. Hat zanîn, polîsan di dema serdegirtinên malan de deriyên Tunç û Kutlu şikandin û bi seatan di malê de lêgerîn kirin.
Herwiha hat diyarkirin, kesên heta niha hatin binçavkirin, birin Birêveberiya Polîsan a Navçeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin