Polîsên Tirkiyê gelek kesên bo Komkujiya 10ê Cotmehê civiyan girtin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, di bîranîna qurbaniyên komkujiya 10ê Cotmehê ya li paytexta Tirkiyê Enqerê pêk hatibû de, gelek kes girtin. Di nav girtiyan de ji malbata qurbaniyan jî gelek kes hene.
Ji ser komkujiya mîtînga ‘‘Ked, Aşitî û Demokrasiyê’’ ya 10ê Cotmeha 2015an de, li Enqerê ku ji gelek bajaran kes tevlî wê bûbûn û DAIŞê pêk anîbû, 5 sal derbas bû. Ji bo bîranîna komkujiyê, merivên 103 qurbaniyan, ji rêxistinên pîşeyî û nûnerên partiyên siyasî gelek kes bo komkujiyê bi bîr bînin, li ber Gara Enqerê civiyan.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkî, bi sedema Koronayê, çalakî qedexe kiribûn û kesên ku dixwestin biçin ber Gara Enqerê bo bîranînê belav kirin û gelek kes jî girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin