Polîsên Tirkiyê îro li Diyarbekirê gelek jinên siyasetmedar û çalakvan desteser kirin
PeyamaKurd - Di saetên serê sibehê da, li bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, polîsên Tirkiyê bi ser gelek malan da girtin û Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan jî di nav da, gelek jin desteser kirin.
Îro Sêşemê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navend û navçeyên Diyarbekirê bi ser gelek malên siyasetmedar û çalakvanên jin ên Kurd da girtin.
Piştî pişkinîna malên wan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJAyê Zekiye Guler û gelek jinên din hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan bi ser malên rêvebera TUAY-DERê Bahar Akyapi û Hevseroka HDPê ya Sûrê Hatûn Yildiz da jî girtine, lê ji ber ew ne mal bûn, nehatine desteserkirin.
Di derbarê sedema girtina wan da hîn ti zanyarî nehatiye zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin