Polîsên Tirkiyê li Stenbolê gelek kes desteser kirin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê li Stenbolê girtin ser gelek malan û rêvebirên HDPê jî di nav de, gelek kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, di operasyona hemwext de, gelek kes hatin desteserkirin û di nava wan de hejmarek rêvebirên HDPê û herwiha rojnemavan jî hene.
Herwiha hejmara kesên hatin desteserkirin û sedema desteserkirinê nehatiye eşkerekirin.
Hat zanîn ku navên hin kesên hatine desteserkirin ev in: Hevberdevka Rêxistina HDPê ya Stenbolê Besra Îşsever, Hevseroka HDPê ya navçeya Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumin Odabaş, Harun Bagatur, Enes Ozdaş, Ercan Ozer û Saliha Aras.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin