Hêzên ewlekariyê yê Tirkiyê gelek kes bi tohmeta PKKê desteser kirin

13 August 2021 11:32 0 dîtin
Hêzên ewlekariyê yê Tirkiyê gelek kes bi tohmeta PKKê desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê li bajarê Edenê yê Tirkiyê û li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta çalakî û propagandaya PKKê, gelek kes desteser kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Edenê, di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCKê de derbarê wan kesan de biryara desteserkirinê de daye.

Tîmên Rêveberiya Şaxa Dije-Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edeneyê li gel tîmên operasyonên taybet, îro 3İnê 13ê Tebaxê bi armanca desteserkirina wan kesan, girtin ser hejmarek navnîşan û malan.

Di encama biserdegirtina wan cihan de, her 29 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî piştî kontrola tendirustiyê şandin Rêveberiya Ewlekariya Edenê.

Li Diyarbekirê jî ji aliyê Serdozgreriya Komarî ve, derbarê 88 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û di encama operasyonan de 59 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Dije-Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo desteserkirina 88 kesan operasyon hatine kirin û 59 kes hatine desteserkirin û ji bo 29 kesên din lêgerîna wan berdewam e.