Polîsên Tirkiyê li Stenbolê êrîsî zarokek û ciwanekî Kurd kirin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê li bajarê Stenbolê êrîşî zarokek û ciwanekî ku birayê hev in Kurd kirin.
Medyaya Tirkiyê ragihand, li meydana Taksîma ya navçeya Beyoglu polîsên Tirkiye roja Yekşemê(24.04.2022) li zarokek û ciwanekî Kurd yên xelkê bajarê Mêrdînê yên bi navê Enes Alpê 14 salî û Omer Alpê 22 salî xistin û dev û çavê wan reş û şîn kirin.
Hat zanîn ku dema polîsan li her du birayên ku xelkê Mêrdînê ne dixist, geştyarên biyanî yên ku li wir bûne, nerazîbûn nîşanî polîsan dane û ev zarok û ciwan ji nav destê wan derxistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin