Neteweyên Yekbûyî ji bo ‘Komkujiya Roboskê’ ji Tirkiyê parastin xwest
PeyamaKurd - Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser serlêdana malbatan ji bo Komkujiya Roboskê ya 28ê Kanûna 2011an ku dosyeya wê hatiye girtin û ti kesek ji ber wê bombebarana 34 kes hatibûn qetilkirin nehatiye sizadan, ji Tirkiyeyê parastin xwest.
Parêzer Kerem Altiparmak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana bo Komkujiya Roboskê qebûl kiriye û ji Hikûmeta Tirkiyeyê xwestiye di nava 6 mehan de parastina xwe bike.
Altiparmak got, “Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana malbatên Roboskê qebûl kir û ji bo ku nerînên wê werbigire hikûmetê agahdar kiriye. Serlêdan îdîa dike ku mafê jiyanê û qedexeya miameleya xirab hatiye binpêkirin. Wekî ku tê zanîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê mijarê de bêyî ku parastin bên wergirtin biryara neqebûlkirinê dabû. Ji ber vê yekê jî cara yekem e hikûmet dê li pêş mekanîzmayeke navneteweyî parastinê bike û dê nêrîna wê bê wergirtin ka peyman binpêkiriye an na.”
Kerem Altiparmak got, ger Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaza zêdekirine demê neke tenê ji bo parastinê 6 meh li pêşiya wê ne û diyar kir, “Roboskê di lêgerîna edelata li Tirkiyeyê û lêgerîna li pey rastiyê de semboleke mezin e. Li Tirkiyeyê an jî li mekanîzmayên navneteweyî lêgerîna li pey vê rastiyê ji bo me jî erkekî giran e.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, pştî ku li navxweya Tirkiyeyê doza Roboskê negihişti encamekê, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn lê herî dawî 17ê Gulana 2018ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe ya 15 rojan de amade nekirine dosyeya Doza Komkujiya Roboskê red kir. HDP û Baroya Şirnexê hevdu li ser vê xemsariyê tawanbar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin