Nûnerê Tirkiyê yê Neteweyên Yekbûyî ji kar hat dûrxistin!

04 February 2023 13:59 0 dîtin
Nûnerê Tirkiyê yê Neteweyên Yekbûyî ji kar hat dûrxistin!

PeyamaKurd – Li gor qerara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu ji wezîfeyê hat girtin. Li şûna Sinirlioglu Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal hat tayînkirin.

Li şûna Sinirliogluyê ku bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji wezîfeyê hat dûrxistin, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal hat tayînkirin.

Biryara betalkirinê di Rojnameya Fermî de bi van gotinan hat weşandin:

"Erka Ferîdûn Hadî Sînîrlîoglûyê Nûnerê Taybet ê Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî li gor xala 4emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê Teşkîlata Serokomariyê da hat betalkirin."

Ferîdun Sinirliogluyê ku di navbera salên 2009-2016an de Misteşarê Wezareta Karên Derva bû, di 21ê Cotmeha 2016an da wek Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî hat tayînkirin.