Hezex | 20 kes di encama sergitina malan de hatin desteserkirin

27 April 2023 12:05 0 dîtin
Hezex | 20 kes di encama sergitina malan de hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li 2 gundên navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê, 20 kes di encama sergitina malan de hatin destserkirin ku muxtarên wan gundan jî di nav de ne.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlakariya Tirkiyê roja Çarşemê 26ê Nîsana 2023an li gundên Bana Zergûza û Xirabetuwa yên navçeya Hezexê, di du operasyonan de bi ser çend malan de girtine.

Herwiha di operasyonan de muxtarên her du gundan jî di nav de 20 kes  ji aliyê cendermeyan ve hatin desteserkirin.

Hat eşkerekirin, sedema destserkirina wan 20 niştecihiyên her du gundan nayê zanîn û nediyar e ku cendirmeyan ew ber bi ku ve birine.