2 serkirdeyên DAISê di encama êrisa helîkoptereke Amerîkayê de hatin kustin

12 December 2022 11:45 0 dîtin
2 serkirdeyên DAISê di encama êrisa helîkoptereke Amerîkayê de hatin kustin

PeyamaKurdFermandehiya Navendî ya Amerîkayê diyar kir, 2 serkirdeyên DAIŞê di encama êrişa helîkoptereke Amerîkayê de li rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên wan “êrîşeke serketî” bi helîkopteran pêk anîn, di encamê de du berpirsên DAIŞê hatin kuştin, yek ji wan berpirsê DAIŞê li Sûriyê Enes e.

Herwiha destnîşan kir, Enes beşdarî “operasyonên komploger ên kujer” ên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bûbû. Di heman demê de piştrast kir ku di êrîşê de ti sivîl nehatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Amerîka bi hevbeşiya bi hêzên xwecihî re pabend e bi rûbirûbûna metirsiya cîhanî ya DAIŞê.”

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê da zanîn, DAIŞ hîn jî li ser ewlekarî û aramiya herêmê gef e.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino diyar kir: “Kuştina van berpirsên DAIŞê, wê şiyana rêxistina terorîst a plankirin û pêkanîna êrîşên zêdetir li Rojhilata Navîn asteng bike.”