Doza hêrisa DAISê ya Gara Enqereyê tê dîtin
PeyamaKurd - Danişîna doza hêrişa bombeyî ya DAIŞê ya 10ê Cotmeha 2015an a li ber Gara Trenê ya Enqereyê ya li dijî girseya beşdarî Mîtînga Aştiyê bû ku hatibû taloqkirin, îro tê dîtin.
Tê payîn ku di doza ku li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin de biryar bê dayîn.
Di 2 hêrişên xwekujî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kirin de, 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Tê payîn ku ji 26 bersûcên ku di derbarê wan de doz hatiye vekirin de di derbarê 10 kesan de biryar bê dayîn. 16 kesên tê payîn ku endamên DAIŞê ne û di dozê de têne darizandin, lê belê hê jî nehatine girtin hene.
Parêzerê bersûc Erman Ekîcî ku di danişîna dawî de jî rapora tenduristiyê pêşkêş kir, ji bo rûniştina îro jî rapora tendurustiyê şand. Lê belê dadgehê vê yekê wek "Ji bo dirêjkirina dozê" nirxand û biryar da ku ji Qanûna Cezayê), ji Ekîcî re parêzer bê tayînkirin.
Bersûcan dest bi parastina xwe ya dawî kirin
Di rûniştina berê ya di 26ê Pûşperê pêk hat de, bersûc û parêzerên wan li dijî nêrîna li ser esasê parastina xwe bikin, lê ji ber ku parêzerên bersûc ne li salonê bûn, parastin nehatibûn kirin.
Serokê Dadgehê diyar kir ku parêzerê bersûc Erman Ekîcî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 3 rojin rapor wergirtiye û di derbarê vê yekê de serlêdana ‘hincetê’ kiriye û da zanîn ku ji ber parêzerên bersûcên din danişîn taloqî 1ê Tîrmehê hatiye kirin.
Seroka Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê parêzer Mehtap Sakinci piştî danişînê daxuyanî da û diyar kir ku wan li ser gotinên Serokê Dadgehê texmîn kirine ku doz gihiştiye asta biryarê.
Sakinci diyar kir ku ew difikirin ku hîna mijarên lêkolînê hene û divê di vê qonaxa dozê de biryar neyê dayîn.
Sakinci da zanîn ku ew ê di 1ê Tîrmehê de bên danişînê û got, "Biryar çi dibe bila bibe, em ê derxin holê. Em ê her tim li dijî biryarên nehiqûqî bisekinin û daxwaza dadperweriyê ya rast bidomînin. Di çarçoveya berpirsyariyê de çi ji dest hat me kirin. Em ê vê dozê bidomînin."
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana takekesî ya di derbarê xemsariya rayedarên dewletê red kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin