Operasyona DAISê ya li Enqereyê: 9 welatiyên biyanî hatin desteserkirin

26 July 2023 12:33 0 dîtin
Operasyona DAISê ya li Enqereyê: 9 welatiyên biyanî hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Di operasyona dijî DAIŞa rêxistina terorê ya li Enqereyê da 9 welatiyên biyanî hatin girtin.

Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Teror û Îstîxbaratê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve li dijî 10 welatiyên biyanî yên ku tê îdiakirin ku li herêmên şer bi endamên DAIŞa rêxistina terorê re têkilî danîbûn operasyon hat lidarxistin.

Ji bo girtina bergumanên ku hin ji wan li herêmên pevçûnan bi cih bûne û di salên borî de di nav DAIŞê de tevdigerin, li seranserê Enqereyê operasyoneke hemwext hat kirin.

Di operasyonê de 9 kes hatin binçavkirin û ji bo girtina yekî jî xebat dewam dikin.

Hat destnîşankirin ku kesên şikbar piştî prosedurên wan û lêpirsînan dê radestî rayedarên Midûriyeta Îdareya Koçê bên kirin. (Çavkanî: AA)