DMMEyê ji bo doza Osman Kavala ji Enqereyê re pirsan sand

09 April 2024 16:14 0 dîtin
DMMEyê ji bo doza Osman Kavala ji Enqereyê re pirsan sand

PeyamaKurd - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku Tirkiyeyê biryara yekemîn a DMMEyê ya di derbarê Osman Kavala de bi cih nehaniye, serlêdana Kavala ya duyemîn di kategoriya "nirxandina lezgîn" de destnîşan kir û di derbarê dozê de ji Enqereyê re pirsan şand.

DMMEyê di daxuyaniya xwe ya di derbarê doza çalakvanê sivîl Osman Kavala ku ji aliyê dadgeha Tirkiyeyê ve hatiye girtin de ragihand serlêdana duyemîn a Osman Kavala yê ku ji 18'ê Cotmeha 2017an ve girtî ye, hatiye ber destê DMMEyê û ji bo lêkolînkirina serlêdanê ji dewleta Tirk xwestine ku bersiva pirsan bide.

DMMEyê ragihand ku serlêdana di 18ê Çileyê de hatiye kirin di 21ê Adarê de hatiye nirxandin û dadgehê di derbarê dozê de belgeyan ji hikûmeta Tirkiyeyê re şandiye û ji hikûmetê xwestiye ku heta 16ê Tîrmeha 2024an parastina xwe pêşkêşî dadgehê bike.

Di daxuyaniya DMMEyê de biryarên salên 2019 û 2022yan ên di derbarê Osman Kavala yên bi xwestina 'demildest serbest bê berdan' hatine bi bîrxistin û hatiye teqezkirin ku "Tirkiye mecbûr e van biryarên yasayî bi cih bîne."

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Serlêdana nû ya ji bo dadgehê tu bandorê li pêvajoya kontrolkirina Komîteya Wezîran û erkên yasayî yên Tirkiyeyê yên ku ji biryara DMME’yê derdikevin, nake. Serlêdana nû binpêkirinên mafan ên ji 2019an û vir ve dihundurîne û tîne ziman."

Di biryara DMMEyê ya 10ê Kanûna 2019an de hatibû diyarkirin ku girtina Osman Kavala bi kefî û ji ber mebestên siyasî ye û dadgehê ji ber vê yekê biryar dabû ku Osman Kavala demildest bê serbest berdan.