DMMEyê biryar da ku Osman Kavala were berdan

10 December 2019 15:01 0 dîtin
DMMEyê biryar da ku Osman Kavala were berdan

PeyamaKurd –DMMEê derbarê karsaz û aktîvîst Osman Kavala ku wekî ‘birêveberê Bûyerên Parka Geziyê’ dihat tohmetbarkirin û ev 770 roj e girtî ye biryar da. DMMEyê derbarê Osman Kavala de biryara berdanê da.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di Roja Mafê Mirovan a Cîhanî de biryar da ku karsaz û aktîvîstê civaka sivîl Osman Kavala serbest were berdan.

Kavala di 18yê Cotmehê de li Balafirxaneya Stenbolê hatibû desteserkirin ku ji Dîlokê vedigeriya û di 1ê Mijdarê de hatibû girtin.

Derbarê Osman Kavala de

Di ala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Piştî sala1982yan di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye. Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên Iletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.

Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).

Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kulturevi ye.