Dadgeha Stenbolê biryar da ku Osman Kavala girtî bimîne

15 April 2022 16:34 0 dîtin
Dadgeha Stenbolê biryar da ku Osman Kavala girtî bimîne

PeyamaKurd-Ji bo bersûcê doza Parka Geziyê Osman Kavala, biryar hat dayîn ku girtî bimîne.

Osman Kavala, bersûcê yekane yê ku ji doza Parka Geziyê tê darizandin e. Li Dadgeha Sizayên Giran a 13. a Stenbolê, biryar hat dayîn ku rewşa girtîmayîna Kavala berdewam be.

Osman Kavala karsaz û parêzvanê mafên mirovan e û 4 sal û 6 meh in ku tê darizandin. Kavala yê ku bi tometa ajantiyê li Girtîgeha Silivriyê tê girtin, di doza xwe ya 3 meh beriya niha de gotibû ku ‘Kesên ku Rûsya  û Amerîka li pişta wan in, ew demildest hatin serbestberdan. Girtîmayîna min a 4 sal û nîvan jî dibe nîşaneya ku ez ne ajan im.’