Konseya Ewropa dem dabû Tirkiyê: Dadgeha Stenbolê Kavala berneda!

17 January 2022 20:01 0 dîtin
Konseya Ewropa dem dabû Tirkiyê: Dadgeha Stenbolê Kavala berneda!

PeyamaKurd – Rûniştina doza karsaz û çalakvanê mafê mirovan Osman Kavala ku 4 sal 3 meh in girtî ye, li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê birêve çû.

Di doza ku li ser bûyerên Parka Geziyê yên sala 2017an dubare hatiye vekirin de, Osman Kavala wekî ku berê ragihandibû beşdarî dadgehê nebû.

Diviyabû dadgeha Stenbolê li gorî biryara Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan Osman Kavala serbest berde, lê di danişîna îro 17ê Çileyê 2022yan de jî Kavala nehat berdan û doza wî bo 21ê Sibatê hat paşxistin.

Konseya Ewropayê heta 19ê Çileyê 2022yan dem dabû Tirkiyê daku biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a derbarê binpêkirinên mafê wî de bicih bîne. Ji ber ku dadgeha Tirk Osman Kavala berneda, biryare Konseya Ewropayê proseya sizadana Tirkiyê û îxrackirinê bide destpêkirin.