Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyê biryar da: Tirkiye her diçe dûr dikeve…
PeyamaKurd – Konseya Ewropayê li ser mijara proseya endamtîyê ya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê biryar da ku pêwendî wekî xwe ango hilawistî bimînin û ragihand, “Konsey bi xemgînî dibîne ku her diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.”
Konseya Karên Giştî ya Yekîtiya Ewropayê di civîna amadekariyê ya serokên welatên endam de ragihand, ew ji ber dûrketina Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê gelekî xemgînin û êdî di hevdîtinan de ne qonaxeke nû tê destpêkirin û ne jî qonaxa heyî bi tevahî tê bidawî kirin.
Di biryara Konseya Ewropayê de, binpêkirina peymana Yekîtiya Gumrikê ligel Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye şermezarkirin û binpêkirinên mafên mirov yên li Tirkiyê têne rexne kirin.
Di civînê de hatiye gotin ku paşdeçûna Tirkiyê ya di mijarên mafên bingehîn û demokrasiyê, serxwebûna dadê û azadiya derbirinê de wan dixe fikaran û saziyên civaka sîvîl jî li Tirkiyê di şert û mercên zehmet de karên xwe dikin.
Herwiha hatiye diyarkirin, Tirkiye di polîtîkaya xwe ya derve de jî ji xeta YEyê her diçe dûr dikeve û wek mînak Lîbya hatiye nîşan dan û hatiye gotin, Tirkiye li Libyayê ji bo hêzên hikûmetê bi awayekî ne yasayî çek şandine.
Hêjayî gotinê ye, di nav çend salên dawî de hevdîtinên endamtiyê yên ligel Tirkiyê hatine rawestandin û di nav 16 salên borî de ji 35 qonaxên bo endamtiye YEyê tenê 16 ji wan hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin